Riha - Parêzeran fitar dan penaberên Kobanî

 

Pirsûs (Rûdaw) – Komek parêzerên bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê fitar dan penaberên Kobanî yên li bajarê Pirsûsê.

 

Duh êvarê, li kampa penaberên Kobanî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, nêzîkî hezar penaber bûn mêvanên komek parêzerên Rihayê û fitara xwe vekirin.

 

Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe ji Rûdawê re got, me wek baroya Rihayê hinek pere kom kir û fitar da xûşk û birayên xwe yên Kobanî.

 

Penaberê bi navê Bavê Ziyad jî ji parêzeran spas kir û got, îslam behsa wekheviyê û parvekirinê dike û li dijî zaliman e. Ji ber wê jî divê misilman li djiî van zalimên DAIŞê derkevin.

 

Penabera bi navê Hedlê Mihemed jî got, Xwediyê wê alîkariya wan qebûl bike. Li vir ne rojiya me rojî ye ne jî cejna me cej ne. Em dixwazin vegerin Kobanî…

 

Baroya Rihayê dê çend rojên din li kampa Kaniya Xezalan jî fitarê bide penaberan.