Erdogan piştî 18 salan li Navenda Giştî ya CHPyê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serdana Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel çû navenda giştî ya partiyê.

Erdogan ji aliyê Serokê CHPyê Ozgur Ozel ve hat pêşwazîkirin.

Erdogan û Ozel li ber deriyê Navenda Giştî ya CHPyê poz da endamên çapemeniyê.

Ozgur Ozel 2yê Gulanê çûbû Navenda Giştî ya AK Partiyê û bi Erdogan re civiyabû.

 Erdogan herî dawî 18 sal berê di dema serokwezîrtiya xwe de ji bo vekirina avahiya nû ya Navenda Giştî ya CHPyê çûbû wê derê û bi Serokê Giştî yê wê demê Denîz Baykal hevdîtin kiribû.