Şermîn Cemîloglu li Amedê çû ser dilovaniya xwe

Amed (Rûdaw) - Hevjîna Vecdî Cemîlpaşa, Şermîn Cemîloglu li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê wê dê li Goristana Deriyê Mêrdînê bê veşartin.

Şermîn Cemîloglu sala 1926an li Amedê ji dayîk bûye.

Ew hevjîna Vecdî Cemîlpaşa ye ku tevli avakirina Komara Mahabadê bûbû.

Ew bi xwe jî di jiyana xwe de 3 caran hatibû nefîkirin.

Şermîn Xanim helbestvan bû û wê heta niha 2 pirtûkên helbestan bi Kurdî nivîsandine.

Ew di nava Kurdan de xêzkara yekem a modelên cil û bergan e.

Ew dêya Ferda, Reşîd, Ferîd, Cemşîd û Zîzan Cemîloglu ye.

Şermîn Cemîlogu beriya ku jiyana xwe ji dest bide wesiyet kiribû ku gora wê li tenişta gora keça wê Ferda Cemîlogluyê bê çêkirin.