CHPyê ji bo rûniştina doza Tahîr Elçî şandeyek erkdar kir

Hewlêr (Rûdaw) – CHPyê ji bo şopandina rûniştina biryarê ya doza kuştina  serokê berê yê Baroya Amedê   Tahîr Elçî şandeyek erkdar kir.

Rûniştina biryarê ya doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçiyê ku sala 2015an hatibû kuştin sibe ye.

Doz dê li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi rê ve biîe.

Gelek sazî, aliyên siyasî, komaleyên mafên mirov, parezer  û rêxistinên civaka sivîl dê doze bişopînin.

Partiya Gel a Komarî (CHP) jî ji bo ku dozê bişopîne şandeyeke parlamenteran erkdar kir.

Li ser navê CHPyê dê parlamenterên Enqerê yên CHPê Aliye Tîmîsî Ersever û  Okan Konuralp, Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu, parlamenterên Îzmîrê Sevda Erdan Kiliç û Yuksek Taşkin, Parlamenterê Muglayê Cumhur Uzun û Parlamentera Trabzonê Sîbel Suîçmez dê doza Tahîr Elçî bişopînin.

“Kuştin li pêş kamerayan pêk hat”

Parlamentera  Îzmîrê ya CHPyê Sevda Erdan Kiliçê ragihand ku ew dê li ser ferman û erkdarkirina partiya  xwe ji bo şopandina doza Tahîr  Elçî biçin Amedê û got:

“Bêyî ku ji hemû aliyên xwe ve bê zelalkirin û lêpirsîneke bi bandor bê kiririn dosya anîne pêvajoya biryar dayînê.

3 polîsên ku ji vê kuştinê tên darizandin hewl tê dayîn ku bi daxwaza dozger bên berdan.

Ev kuştin li pêş çavê herkesê û kamerayan pêk hat.”

Tevî ku di ser kuştina Tahîr Elçî re 9 sal derbas bûne jî heta niha li ser wê dozê ti biryar nehatiye dayîn.

Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 ji wan polîs in.

Di dozê de kesê bi navê Ugur Yakişir ê ku nehatiye girtin û polîsên bi navên Sînan Tabur, Fuat Tan û Mesut Sevgî tên darizandin.

Ugur Yakişir bi daxwaza cezaya heta hetayê tê darizandin.

Di rûniştina berê de dozgerê doza Tahîr Elçî mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û daxwaza beraeta 3 polîsên gumanbar kir.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku rûniştina doza sibe saet 10:00an e û banga beşdarbûnê kir.

Çi bûbû?

Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çarling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û canê xwe ji dest dabû.

Doza Tahîr Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê 21ê Çiriya Pêşîna 2020î hatibû kirin.