Li Sêwaz û Erziromê qeza: 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Erziromê di qezayeke trafîkê de 5 ciwan birîndar bûn.
Li Sêwazê jî dû otomobîl li hev qelibîn û di wê qezayê de jî 4 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan îro, li taxa Hûseyîn Avnî Ulaşê ya Erziromê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.
Di qezayê de 5 ciwanên bi navên E.D. (16), T.D. (16), A.G.A. (16), M.E.A. (16) û Y.Y.A. (18) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cûda yên bajêr.
Li aliyê din, her îro li navçeya Dolikê ya Sêwazê jî li ser rêya sereke ya Sêwaz-Qeyseriyê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di wê qezayê de jî li gel her du şofêran 2 kesên din ên di otomobîlan de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dolikê.