MINBIC – Tirkiyeyê 6 gund topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê yên ku li herêma “Mertala Feratê” ne, şeva borî 6 gundên Minbicê yên ku dikevin Bakurê Helebê topbaran kirin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku gundên Ereb Hesen, Dendeniyê, Camûsiyê, Seyyade, Qert Wêran û Kawikliyê hatine topbarankirin.

SOHRê diyar kir ku ti agahiyên mirin û birîndarbûne nehatine ji wan re.

Artêşa Tirkiyeyê 4ê Hezîranê jî gundên Seyyade û Yalinliyê yên Minbicê topbaran kiribûn.

Ew herêmên ku Tirkiye êrişî wan dike di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.