Li Erzeromê bi hêza 4.6 pile erdhejek çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aziziye ya ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.6 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê zêdetirî 7 kîlometre binê erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihandiye îro Yekşemê 11ê Hezîrana 2023an li navçeya Aziziye ya ser bi parêzgeha Erzeromê di demjimêr 10:41an de erhejeke bi hêza 4.6 pile çêbûye û kûrahiya wê 7.04 kîlometre binê erdê bûye.

Li gor zanyariyan di encama erdhejê de ti zerarek çênebûye.

Heman rojê li navçeya Darende ya ser bi parêzgeha Meletiyê jî bi hêza 3.6 pileyan erdhejek çêbûye û li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.