Li Amedê agir bi zeviyên çandiniyê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve agir bi zeviya genim ket û di encam de 700 donim zeviya genim şewitî. Serokê Odeya Çandiniyê ya Çinarê Cevat Delil bang li welatiyan kir ku di vê mijarê de hişyar bin û tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li Taxên Alabar, Qeselê û Xanpazarê ser bi navçeya Bismilê şeva borî agir bi zeviyên genim ket û bi hêza ba agir bi awayekî berfireh belav bû û di encam de 700 donim zevî şewitî.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin sedema agir qûnçika cixarê bûye ku ji otomobîlekê hatiye avêtin. Bi zêdebûna pileya germê li seranserê parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûyerên şewitîna zeviyên çandiniyê zêde bûne û hişyarî tê dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.

Derbarê mijarê de Serokê Odeya Çandiniyê ya Çinarê Cevat Delil bang li welatiyan kir ku di vê mijarê de hişyar bin û tedbîrên pêwîst werbigrin.