Osman Şiban: Leşkeran bê rawestan îşkence li me dikir

Hewlêr (Rûdaw) - Hemwelatiyê Kurd Osman Şiban ku berî 9 mehan li herêma Wanê ji aliyê leşkeran ji helîkopterê hatibû avêtin, îro bo cara yekem îfade da Dozgeriya Wanê û got, “Leşkeran bê rawestan îşkence li me dikir.”

Hemwelatiyê  bi navê Osman Şiban ligel hevalê xwe yê bi navê Servet Turgut roja 11ê Îlona 2020an piştî şer û pevçûnên  di navbera artêşa Tirkiyê û gerilayên PKKê de li zozanên dikevin navbera Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê  ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Ew hemwelatiyên Kurd piştî du roj ji desteserkirinê, derketibû holê ku ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin û Servet Turgut ê 55 salî û bavê 7 zarokan ji ber birînên xwe yên giran roja 30ê Îlona borî jiyana xwe ji dest dabû. Lê Osman Şiban ku di encama îşkencê de birîndar bibû piştî 9 mehên çareseriya pizişkî, îro yekem car  ji bo ku îfadeyê bide çû Dozgeriya Wanê.

Şiban di îfadeya xwe de diyar kir ku ew rastî îşkenceyek giran hatin û got, “Leşkeran bê rawestan li me didan. Em ber bi helîkopterê ve birin. Li wir îşkence berdewam bû, leşkerekê li cihê helîkopterê pêhnek li serê min da û ez ji serxweveçûm. 20 rojan min hay ji xwe nema û min çavên xwe li Mêrsînê vekirin. Ji vê zêdetir tiştek nayê bîra min.”

Şiban beriya niha ji Parlamenterê Partiya Karkeran ya Tirkiyê (TİP)   Ahmet Şık  re jî  ragihandibû ku  leşkeran serê wî xistiye torbeyê miriyan û dema ew biriye navenda Wanê jî radestî 100 leşkeran hatiye kirin û li wir jî ji aliyê wan ve  îşkence li wî hatiye kirin.

Li ser proseya îfadeyê Serokê Navenda Mafên Mirovan Baroya Wanê Kadîr Kutevî ji Rûdawê re amaje bi wê ku Şiban îro çûye dozgeriya Wanê  û li ser wê bûyerê bo cara yekem îfadeya xwe daye.

Kadîr Kutevî diyar kir ku li ser bûyerê li dadgehê  du doz hatine tomarkirin, “Ji wan yek ji aliyê Osman Şiban ve ji ber îşkenceya li dijî wî hatiye encam dan, li ser leşkeran  û ya din jî ji aliyê leşkeran ve li ser Osman Şiban bi tohmeta endamtiya rêxistinê hatiye tomarkin.”

Kutevî amaje bi îfadeya Osman Şiban a li dozgeriyê kir û got, wî tawana "endamtiya rêxistinê" ku ji bo wî hatiye diyarkirin red kiriye  û li ser dozê jî biryara nihêniyê heye. Şiban Piştî îfadeyê bi biryara qedexeya derketina derve hate berdan.

Li ser doza duyem Kadîr Kutevî daxuyakirin ku “leşkeran li dijî Şiban îşkenceyên giran encam dane û  ew doz  ji bo ku bûyera avêtina ji helîkopterê binixumînin tomar kirine.”

Kadîr Kutevî got, “Dema Şiban çûye îfadeyê gelek ditirsiya û dibe wî trawmayek derbas kiribe. Dema ew polîs û leşkeran dibîne gelek ditirse. Dibe ku ji ber vê tirsa xwe Şiban di îfadeyê doza yekem de gotibe ku bûyera avêtina ji helîkopterê nayê bîra min.”

Serokê Navenda Mafên Mirovan Baroya Wanê da zanîn ku ew çendîn car çûne ku bi Şiban re biavin lê ew tirsiyaye û malbatê jî ji ber vê yekê nexwestine ku ew bi parêzeran re biaxive.

Herwiha Kadîr Kutevî got, “Ew malbat li mala xwe ya li Mêrsînê jî di bin zexta ewlekaran de bûn û derdora xaniyên wan ji aliyê ewlekaran ve hatiye dorpêçkirin. Dibe e vê yekê jî bandor li ser îfadeyên Osman Şiban hebe.”

Çi qewimîbû?

Hemwelatiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şiban roja 11ê Îlona 2020an piştî şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û gerilayên PKKê de zozanên dikevin navbera Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê  ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Ew hemwelatiyên Kurd piştî du roj ji desteserkirinê derketibû holê ku ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin û Servet Turgut ê 55 salî û bavê 7 zarokan ji ber birînên xwe yên giran roja 30ê Îlona borî jiyana xwe ji dest dabû.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kılıç Koçyigit, Murat Sarısaç, Muazzez Orhan Işık û Rıdvan Turan derbarê vê bûyerê de daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kiribûn .

Wezareta Navxwe Tirkiyê jî bi 4 madeyan bersiva daxwaznameya parlamenterên HDPê  dabû û amaje bi kuştina çend  leşkerên Tirkiyê kiribû di wî şerê berî bûyerê de û ragihandibû ku, “Osman Şiban û Servet Turgut ku di  daxwaznameyê de navên wan derbas dibin bi gumana alîkariya PKKê hatibûn desteserkirin.”

Birayê Servet Turgut, Nayîf Turgut derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihandibû, roja bûyerê birayê wî bi mebesta dirûna giya 500 metre ji mala xwe ya gund dûr dikeve û “wê demê nêzikî 20 leşker diçin navê wî dipirsin. Paşê pirsa Osman jê dikin û ew jî jê re dibêje `li malê ye`. Paşê leşker wî jî li gel xwe dibin û diçin gund Osman jî digirin. Ev hemû li pêş çavên zarok û hevjînên wan çê dibin. Malbat daxwaz dikin leşker Servet û Osman nebin. Leşker dibêjin, `em dê wan bibin aliyê helîkopterê, îfadeyên wan werbigirin û berdin`.”

Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û îddîa kiribû, “yek ji gumanbaran dema ku direviya ji zinar ketiye xwarê û birîndar bûye.”

Malbatên wan herdu hemwelatiyan ku di raporta pîzişkî de hatiye belgekirin rastî îşkencê hatine, serî li Komîsyona Mafê Mirov a Baroya Wanê dabûn.

Parêzerên malbatan jî bi tohmeta, “birîndarkirina bi qest, bikaranîna erkê bi xirabê û îşkencê” li ser leşkerên ew hemwelatî desteser kiribûn, li Dozgeriya Komarî ya Wanê gilî tomar kiribûn.