ROJAVA – Agir gihîşt ber bîrên petrolê

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê tenê di rojekê de, agir bi zêdetirî 100 hezar donim ji zeviyên çandiniyê ket, agir gihişt nêzîkî gundan û ji ber vê yekê hin gund ji nîştecihên wan hatin valakirin. Herweha agir li Girgê Legê nêzîkî bîrên petrolê bû û metirsî çêbû ku qebareya karesatê bi agirgirtina bîrên petrolê mezintir bibe.

 

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê daxwaza qerebûyê dikin, Rêveberiya Xweser jî daxwaz ji civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî dike, ku ji bo vemirandina agir alîkariyê bidin wan.

 

Li Rojavayê Kurdistanê ji sedî 1 musimê îsal şewitî, agirek li rojavaê kurdistanê jî bidawî nabe, yek vedimire ya din pê dikeve.

 

Keda salekê li ber ba çû, piştî vemrandina agirê mezin ê li Rojavayê Kurdistanê ku zadê 29 gundan şewitand , ev cotkar li ser zadê xwe digere.

 

Cotkarê bi navê Ibrahîm Serhan dibêje: “Ev erdê me ye li Girêpirê, berî agir me ji gundiyan re got derkevin, zilaman hewl dan agir vemrînin lê gelekî bihêz bû, me nikarîbû kontrol bikin, gundê me hezar çewal e tev şewtîn.”

 

Tenê di rojekê de agir bi zêdetir ji sed hezar donimî ket.

 

Agirê vê carê ji malê gundiyan nêzîk bû, xelk neçar bûn gundê xwe vala bikin.

 

Gundiyê bi navê Xibşê Hisên ji Rûdawê re got: “Malê me liber çû, em hêvî ji dewlet û rêxistinan dikin alîkariya xelkê bikin.”

 

Ti pilana Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo qerebûkirina xelkê tune ye, lê ew bi xwe jî daxwaza alîkariyê dike.

 

Serokê Desteya Aborî û Çandiniyê, Selman Barûdo jî ji Rûdawê re axivî û got: “Me bang li herkesî kir ku alîkariya me bikin, mijara qerebûkirinê gelekî giran e, em ne dewlet in em nikarin qerzan jî bikin.”

 

Sedema agir nayê zanîn, lê metirsiya şewata hin zadê din di rojevê de ye. Şareza jî derbarê nêzîbûna agir ji kelgehên petrolê de hişyariyê didin û didin xuyakirin ku di haleta rûdana bûyerek bi vî awayî de, dê ziyanên deverê neyên kontrolkirin.