Endamên PDK-S yên derkirî van her du rojan vedigerin Rojavayê Kurdistanê

 

Hewlêr ( Rûdaw )- Endamên û Serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) yên ji aliyê asayişa ser bi PYD ve hatibûn ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn nefîkirin bo Herêma Kurdistanê , wê nêzîk vegerin malên xwe .

 

Endamê polîtburoya PDK-S, Beşar  Emîn ji Tora Mediyayî ya Rûdawê re raghand :"Piştî gotûbêjan bi hevalên xwere li hundir û li dervey Rojavayê Kurdistanê  em gihan wê biryarê ku veger biryara raste û li gor vê pêvajoyê ye ."

 

Herwiha Beşar Emîn got: "Li ser vegera me çi rêkeftin bi PYD û EGRK re nînin û me di destpêkê de jî gotiye , em ne li benda wanin heta em vegerin yan venegerin  welatê xwe,  lê bitenê em li benda biryara partya xwe ne "

 

Wî Endamê polîtbîrûa PDK-S di dawiya axaftinê xwe de diyar kir ku: "Em endamên PDK-S yên hatin derkirin û yên rê li wan hatiye girtin ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê tevî Sekreterê PDK-S, Siûd Mela van du rojan emê vegerin Rojava, dibe ku hin endam jî hebin ku nexwazin vegerin "

 

tê zanîn li 15 / 5 / 2014 her çar endamên polît birûa  PDK-S ( Nafi Beyro , Mihemed Sedûn , Mihemed Elî , Elî Îbrahîm ) hatin nefî kirin ji Rojavayê Kurdistanê û beriya wê jî Beşar Emîn jî hatibû nefî kirin û her wesa rêya vegerê  li ber sikreterê PDK-S hatibû girtin li ser sînorê di navbera Rojavayê kurdistanê û Bakurê kurdistanê de.