Li Kolikê 2 qezayên trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di bûyera trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Otomobîla bi şofêrtiya Fehmî B. li ser rêya navçeya Kolika Semsûrê wergeriya.

Di bûyerê de şofêr û hevjîna wî Saadet B. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Li nexweşxaneyê Saadet B.ya 45 salî tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan birîna şofêr jî giran e.

Li heman navçeyê di bûyereke din a trafîkê de otomobîla bi şofêrtiya T.A. li ser rêya di navbera Kolik û Semsûrê de wergeriya.

Di bûyerê de hevjîna wî A.D.A. canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê şofêrê ku bi giranî birîndar bû veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.