Li Amedê esnaf pev çûn: 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê di pevçûneke çekdarî de 3 kes birîndar bûn.

Bûyerê doh li taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê ya Amedê rû da.

Li gorî zanyariyan di navbera du grûp esnafên cîran de ji ber kevokan nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du grûpan bi çekan êrişî hev kir.

Di êrişê de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.