Şirnex: Zarokê ku otomobîlê lê dabû mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê ku otomobîlê lê dabû canê xwe ji dest da.

Li taxa Atakentê ya Hezexê 10ê Gulanê, li ser rêya sereke ya Hezex û Mêrdînê otomobîlekê li zarokekî 5 salî yê bi navê Umut Kaya da.

Di bûyerê de zarokê 5 salî bi giranî birîndar bû û şofêrê otomobîlê jî piştî bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Umut Kaya rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Tevî hewldanên bijîşkî jî Umut Kaya canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina şofêrê ku reviyaye lêkolîn da destpêkirin.

Li aliyê din xelkê taxê ji ber li taxa wan her tim bûyerên trafîkê çêdibin bi keviran ji bo demekê rê ji çûnûhatinê re girt.