Li Kerkûkê bi hezaran dengder ji dengdanê bêpar bûn
Kerkûk (Rûdaw) – Li parêzgeha Kerkûkê ji ber sistbûna karê amêrên dengdanê bi hezaran degder ji dengdanê bêpar man. Ji ber pirsgirêkên teknîkî yên amêrên dengdanê, li hinek navendan ji 12 amêran tenê 2 amêran kar dikirin.
Berpirsê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Îmad Welîd ji Rûdawê re ragihand: “Li Kerkûkê 36 hezar û 344 dengderên taybet hebûn lê tenê 24 hezar û 103 kesan deng dane. Bi vî awayî rêjeya beşdarbûnê dike %66, wate 12 hezar û 241 kesan deng nedan."
Bi giştî ji 126 navendên dengdanê li 63 navendan di amêrên dengdanê de pirsgirêk derketine. Tîmên komîsyona hilbijartinan 37 amêrên têkçûyî çêkirine lê vê yekê gelek dem xwariye û dengder pêre negihiştine dengên xwe bikar bînin.
Niha tirsa mezin a lîste û partiyan hilbijartinên giştî ne. Ew dibêjin, eger amêr bi vî awayî kar bikin dibe gelek kes nekarin dengên xwe bikar bînin.
Herwiha daxwazê ji Komîsyona Hilbijartinan dikin da ku ev kêmasiyên teknîkî yên di dema dengdana taybetî de di dengdana giştî de dubare nebin.
Biryare sube wate 12ê Gulanê li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartinên giştî yên parlamentoya Iraqê birêve biçin.