Ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê 37 milyon dînar hatiye veqetandin

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyona Bilind ya Hilbijatinan li Iraqê eşkere kir ku di hezîranê de wê pêvajoya nûkirina tomara dengderan ji bo hilbijartinên Serokayetî û Parlamentoya Kurdistanê dest pê bike.

Biryar e, hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di 21ê îlonê de bên kirin.

Serokê komisyona hilbijartinan Serbest Mistefa Reşîd, duh di kongreke rojnamegeriyê de eşkere kir ku pêvajoya nûkirina tomarên dengderan wê 15ê hezîranê dest pê bike û 20 rojan berdewam bibe.

Reşîd diyar kir ku piştre wê pêvajoya nivîsandina navên lîsteyên wê beşdarî hilbijartinan bikin dest pê bike.

Reşîd her wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê 37 milyon dînar ji bo serxistina hilbijartinan diyar kiriye.”

Di hilbijartinên vê carê de û berûvajî yên berê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bibin.

Her wiha Tevgera Goran ya ku ji Yekîtî cuda bûye, wê bi tena xwe beşdar bibe.

Heta niha herdu partiyên îslamî Yekgitrûya Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê biryara xwe ya dawî nedane ka wê bi tena xwe yan jî bi yek lîsteyê beşdar bibin.