Heqaret li Başak Demîrtaşê hatibû kirin: Parêzer daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Mahsunî Karaman li ser heqaretên ku li Başak Demîrtaşê hatin kirin daxuyaniyek belav kir.

Doh rojbûna hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bû.

Gelek kesan li ser torên civakî rojbûna Demîrtaş pîroz kir.

Lê kesekî wêneyekî Başak Demîrtaşa hevjîna Selahattîn Demîrtaş parve kir û li binê şîrove û heqaretên gelekî kirêt nivîsîn.

Gelek kesan bertekên tund nîşanî wî kesî dan.

Mahsunî Karamanê parêzerê Demîrtaş piştî van rûdanan bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Mahsunî Karaman xwest ku ev heqaretên bi vî rengî neyên belavkirin da ku ew negihin armancên xwe.

“Ji kerema xwe re van tiştan parve mekin”

Karaman di peyama xwe de wiha got:

“Dostên ezîz, haya me hemûyan ji hinek parvekirinên kirêt heye ku li ser van platforman belav dibin.

Lê divê em zanibin, dema em dibêjin em bertekê nîşan bidin û wan postan belav bikin, em ji bo armancên wan bêrûmetan dibin amûrek.

Ji kerema xwe re van tiştan parve mekin.

Tiştê pêwîst tê kirin û dê were kirin.”