Bo wî Kurdê ku ji helîkopterê hatibû avêtin zêdeyî 7 sal cezayê girtîgehê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bo hemwelatiyê Kurd ê bi navê Osman Şiban ku ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve ji helîkopterê hatibû avêtin û bi giranî birîndar bibû, bi hinceta “endamtiya PKKê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Hemwelatiyê bi navê Osman Şiban ligel hevalê xwe yê bi navê Servet Turgut roja 11ê Îlona 2020an piştî şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û gerilayên PKKê de li zozanên dikevin navbera Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Ew hemwelatiyên Kurd piştî du roj ji desteserkirinê, derketibû holê ku ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin û Servet Turgut ê 55 salî û bavê 7 zarokan ji ber birînên xwe yên giran roja 30ê Îlona borî jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê Osman Şiban  jî ku di encama îşkencê de birîndar bibû û 9 mehan çareseriya pizîşkê wergirtbû, doz hatibû vekirin.

Roja Sêşemê 11ê Nîsana 2023aon rûniştina dawî ya doza  Şîban li 2emîn Dadgeha Cezayên giran a Mêrsînê hat kirin.

Di dozê de Osman Şiban bixwe beşdar nebû, lê parêzera wî amade bû.

Dozger di rûniştina dozê de mutalaya xwe ya rûniştina berê dûbara kir û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” daxwaza cezayê girtîgehê kir. Dadgehê biryara xwe ya dawî ya derbarê dozê de eşkere kir û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Osman Şîban. Herwiha biryar hate dayîn ku qedexeya derketina derveyî welat a li ser Şîban jî berdewam bike.

Çi qewimîbû?

Hemwelatiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şiban roja 11ê Îlona 2020an piştî şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û gerilayên PKKê de zozanên dikevin navbera Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Ew hemwelatiyên Kurd piştî du roj ji desteserkirinê derketibû holê ku ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin û Servet Turgut ê 55 salî û bavê 7 zarokan ji ber birînên xwe yên giran roja 30ê Îlona borî jiyana xwe ji dest dabû.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kılıç Koçyigit, Murat Sarısaç, Muazzez Orhan Işık û Rıdvan Turan derbarê vê bûyerê de daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kiribûn .

Wezareta Navxwe Tirkiyê jî bi 4 madeyan bersiva daxwaznameya parlamenterên HDPê dabû û amaje bi kuştina çend leşkerên Tirkiyê kiribû di wî şerê berî bûyerê de û ragihandibû ku, “Osman Şiban û Servet Turgut ku di daxwaznameyê de navên wan derbas dibin bi gumana alîkariya PKKê hatibûn desteserkirin.”

Birayê Servet Turgut, Nayîf Turgut derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihandibû, roja bûyerê birayê wî bi mebesta dirûna giya 500 metre ji mala xwe ya gund dûr dikeve û “wê demê nêzikî 20 leşker diçin navê wî dipirsin. Paşê pirsa Osman jê dikin û ew jî jê re dibêje `li malê ye`. Paşê leşker wî jî li gel xwe dibin û diçin gund Osman jî digirin. Ev hemû li pêş çavên zarok û hevjînên wan çê dibin. Malbat daxwaz dikin leşker Servet û Osman nebin. Leşker dibêjin, `em dê wan bibin aliyê helîkopterê, îfadeyên wan werbigirin û berdin`.”

Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û îddîa kiribû, “yek ji gumanbaran dema ku direviya ji zinar ketiye xwarê û birîndar bûye.”

Malbatên wan herdu hemwelatiyan ku di raporta pîzişkî de hatiye belgekirin rastî îşkencê hatine, serî li Komîsyona Mafê Mirov a Baroya Wanê dabûn.

Parêzerên malbatan jî bi tohmeta, “birîndarkirina bi qest, bikaranîna erkê bi xirabê û îşkencê” li ser leşkerên ew hemwelatî desteser kiribûn, li Dozgeriya Komarî ya Wanê gilî tomar kiribûn.