Cîhan Aydin: Divê pirsa Kurd bi rêya diyalogê bê çareserkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Amedê 47emîn Kongreya xwe ya Giştî wê li Navenda Kongreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk tîne.
Li bajarê Amedê 47emîn Kongreya Asayî ya Baroya Amedê tê sazkirin ku bo medyayê girtî ye û beşeke kêm ji endmaan têde amade ne
Cîhan Aydin di gotarekê de daxwaz kir pirsa Kurd bi rêya diyalogê û bê tundûtûjî bê çareserkirin.
Parêzer Aydin herwiha da xuyakirin ku niha hewl didin ku rola sendîkayên pîşeyê kêm bikin lê ew dê berdewam bin li ser karkirin bo bidestanîna dewleta yasayê.
Di heman demê de Aydina rexne li karnameya mafê mirov a Tirkiyê girt û got ku ew karname tenê silogan e û ti pêngaveke rasteqîne di ware mafê mirov de nehatiye avêtin.