‘Sûriye balafirxane û binkeyên leşkerî vala dike’
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku hikûmeta Sûriyê li ser egera êrişa Amerîkayê ser bi wî welatî de firokexane, binkeyên leşkerî û çend cihên din vala dike.
Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan li Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta Sûriyê dest bi valakirina firokexane, binkeyên leşkerî û kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ser hesabê xwe tê tweeterê gotibû: “Rûsya xwe amade bike, ji ber mûşek, xweşik, nû û 'jîr' tên.”
Associated Pressê duh ragihandibû ku hêzên Artêşa Sûriyê li beramber gefên Amerîkayê û egera her êrişeke serbazî ketine amadebaşiyê.