Beşek ji penaberên Kampa Domîz bo Kampa Gwêlanê tên veguhestin

 

Dihok (Rûdaw)- Kampa Domîz ku di sala 2011an de bo penaberên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, ew kamp dikeve sînorê parêzgeha Dihokê, niha jî rêveberiya kampê birayr daye ku hejmarek ji penaberan ji nav kampê derxe û wan veguheze kampeke din, bi hênceta zêdebûna hejmara penaberan di nava kampê de.

Li gor gotinên rêveberiya kampê, niha bêtir ji 100 hezar penaberî di nava Kampa Domîzê de dijîn, rêveberiya kampê jî birayr daye 400 penaberî bo Kampa Gwêlan veguheze, lê ew penaber nerazîbûna xwe li himberê vê birayrê tînin ziman.

Hin ji wan penaberan ev du sal bûn ku li nava kampê dijiyan bêyî ku mora sor li ser foramên wan bê lêdan, lê piştî ku jiyana hevjîniyê pêk anîn rêveberiya kampê formên wan bi mora sor, mor kirin.

Rêveberê Kampa Domîzê diyar dike ku ji destpêkê de her yek ji penaberan soznameyek îmze kirine ku her dema pêwîst bû dê ji kampê bên veguhestin, di nav wan de 60 bûk û zava jî hene.

L i gorî biryara rêveberiya Kampa Domîzê, her kesê ku piştî meha Tebaxê par hatine nava kampê, dê bo Kampûa Gwêlanê bên veguhestin.