COLEMÊRG - Bi hêza 5,0 pileyan erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.
Erdhejê navçeya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê û gelek herêmên din jî hejand.
Hat ragihandin ku hêza erdhejê 5,0 pile ne.
Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku navenda erdhejê Gever e.
Erdheja ku 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat saet 21:03yan bû.
Ji ber erdhejê li herêmê tirs di nav xelkê de çêbû û derbarê zerer û ziyanan hîn ti agahî nehatine eşkerekirin.
Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku navenda erdhejê gundê Şûkê yê navçeya Geverê ye û hêza wê 5,0 pile ne.
Hat ragihandin ku erdhej li Bedlîs û Şirnexê jî hat hîskirin.
Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku erdhej li hemû navçeyan hatiye hîskirin.