Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li gundên Gazê, Çeqela Cûmê dabeş kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewamî li Cindirês û Efrînê alîkariya mexdûrên erdhejê 6ê Sibatê dike û îro alîkarî li gundên Gazê, Çeqela Cûmê yên Cindirêjê dabeş kirin.
Bajarokê Cindiresê yê ser bi Herêma Efrînê, li ser asta Rojavayê Kurdistanê Sûriyê bajarokê herî zêde ziyaneke mezin ji erdheja 06ê Sibatê gihiştiyê ye.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro li gundên Gazê û Çeqela Cûmê yên Cindirêsê alîkariyên weke xwarin, cil û berg, betanî û doşek li ser 296 malbatan belav kir.
Berpirsê alîkariyên Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî ji bo Efrîn û Cindirêsê Rewac Hacî ji Rûdawê re got, heta niha wan 50 kamyon alîkarî gihandine Efrîn û Cindirêsê.
Rewac Hacî herwiha da zanîn ku wan hezar û 200 çadir li herêma Efrînê belav kirine, alîkarî 14 hezar malbatan.
Tevî ku hejmarek ji dezgeh û rêxistinên xêrxwazî li bajarokê Cindirêsê ser bi herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê alîkariyan pêşkêşî xelkê kirine, lê dîsa jî kêmasî zêde ne. Kesên ku ji alîkariyan bêpar mane, gazinan dikin û dibêjin ku cudahî di belavkirina alîkariyan de heye.
Li gorî komîteya kontrolkirina avahiyan li Cindirêsê, li wî bajarokî Rojavayê Kurdistanê 280 avahî divê bên hilweşandin û 232 avahî pêwîstiya wan bi stûnan heye, û avahiyên mayî pêwîstiya wan bi çêkirinê heye.