Li Şirnexê 2 avahî hatin xerakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê avahiyên Rêveberiya Şirnexê ya Bagkur û SGKyê ji ber ku gorî raporê li ber erdhejê qels e, hatin hilweşandin.

Rêveberiya Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê ya Şirnexê der barê avahiyên ji zû ve hatine çêkirin de tesbîtên erdhejê dike û gorî raporên tên amadekirin biryara xerakirina avahiyên fermî dide.

Li gor biryarê li Şirnexê avahiyên Rêveberiya Şirnexê ya Bagkur û SGKyê ji ber ku gorî raporê li ber erdhejê lawz e, hatin xerakirin.

Ji bo xerakirina avahiyên Midûriyeta Şirnexê ya Bagkur û SGKyê ekîbên Şaredariya Şirnexê li ser Kolana Şehît Mehmet Esîn rê girtin.

Piştî tevdîran ekîban dest bi xerakirina avahiyan kirin.