Fuad Onen: Herdu Meral ji heman çavkaniyê tên
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetvan û nivîskarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Fuad Onen, karvedanên Serokê ÎYÎ Partî Meral Akşener û Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş ên derbarê wê pûla di dema serdana Papa Francis de bo Hewlêrê hat nîmayîşkirin û nexşeya Kurdistanê li ser bû, rexne kir û got: “Em dizanîn dengê herdu Meralan ji heman çavkaniyê tên.”
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Fuad Onen beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî karvedanên derbarê wê pula di dema serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis de bo Hewlêrê hat nîmayîşkirin ku nexşeya Kurdistanê li ser bû, axivî.
Fuad Onen diyar kir ku nexşeya Kurdistanê rastiyekî dîrokî û siyasî ye û got: “Ez destpêkê destxweşiyê li Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê û hunermedên ew pûl amadekirinê dikim ku hatiye bîra wan nexşeya Kurdistana mezin derxînin pêş. Di vê pûlê de du tişt hene; yek wêneyê Papa, duyem jî nexşeyê Kurdistana mezin. Bi me ev nexşe rastiyeke dîrokî, civakî, etnokulturî û siyasî ye. Îro ji Çiyayê Kurmenc heta Çiyayê Hemrin sînorê Kurdistanê hate xezkirin û xezkirina beşa mayî jî ji Kermaşan heta Sêwazê erkê me serxwebûnxwaza ye. Tirkiye û Îran ji ber dagirker in û hebûna xwe li ser nebûna Kurdistanê ava kirine, bertekên xwe li hemberî nexşeya Kurdistanê nîşan dide. Ew jî baş dizanin ku dema Kurdistana mezin derbikeve li ser dike, herdu dewlet dê biçûk bibin û ti roleka wan dê li herêmê nemîne. Nerazîbûna wan ji ber vê yekê ye.”
Derbarê karvedanên berpirsên Tirkiyê û aliyên siyasî yên li wî welatî de jî Onen got: “Li Tirkiyê bi navê Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet du tifaq hene û herdu tifaq jî dagirker û jenosîdkar in. Tifaqa Milet xwest bi rêya nexweşeya Kurdistanê bertek li hemberî Tifaqa Cumhur nîşan bide û bibêje we berê bi Başûriyan re kar kiriye. Ev lîstikek e di hundirê siyaseta Tirkiyê de û ti qimetê wê nîne. Em mijara HDPê, ew ne partî ye, lê proje ye û li Îmralî bi destê Abdullah Ocalan û Serokê MÎTê Hakan Fidan hate avakirin. Armanca wê projeyê ew e ku ji aliyê siyasî ve Kurdan asimilê bike. Hewl didin bi rêya HDPê Kurdan bikin perçeyeke ji siyaseta Tirkiyê. Di rastiya xwe de ev jî projeyeke jenosîdkar e. Rast nîne ku HDP wek berdewamiya HEP, DEP, HADEP û DEHAPê were qebûlkirin. HPD berdewamiya van partiyan nîne û ew titşteke nû ye. Di hundirê vê partiyê de 5 partiyên çepgir ên Tirkan û gelek kesayetên Tirkperest hene. Di wir de Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) jî heye, lê bi rêya HDPê ew tasviye kirin. Bi sedema ku dînamikên Kurdistanê rê nadin vê projê, êrişê vê partiyê dikin. Ev partî jî xwe di nav Tifaqa Milet de dibîne û dixwaze meşrûtiyeta xwe ji Tifaqa Milet werbigire. HDP hêza xwe ji sedî 90 ji Kurdan werdigire, lê carna bi ser AKP re û carna jî bi ser CHPê re li meşrûtiyeta xwe digere.”
Wekîla Serokê Fraksyona Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li ser pirseke derbarê wê pulê de ku wêneyê nexşeya Kurdistana mezin li ser e, gotibû: “Barzanî daye, ya baş ew e hun wê ji Barzanî bipirsin. Derencam di dîrokê de nexşeyên wiha hene, car car jî tên dîtin. Derbarê nexşeyê de wek min amaje pê da divê ew pirs ji wî aliyê peywendîdar bê kirin ku nexşe daye Papa. Ya rast ew ne mijareke me gotûbêj li ser kiribe.”
Li ser vê helwesta Meral Daniş Beştaş jî Fuad Onen got: “Ev daxuyaniya wê beyanameyeke genî ye. Yekem em doza Kurdistanîbûnê li Meral Daniş Beştaş nakin, jixwe erkê wan ew e ku siyaseta Kurdistanî bikin siyaseta Tirkiyevî. Madem hûn partiyeke Tirkiyê ne û ji du hevokên we yek derbarê demokrasiyê de ye, baş e hûn çima rasteqîneya welat û miletê me înkar dikin. Di vî warî de ti cudahî di navbera partiya nebaş ku li Tirkiyê jê re dibêjin Îyî Partî nîne. Weke din navnîşana nexşeya mezin a Kurdistanê çima Barzanî be. Her Kurdek welatperwer û her Kurdekî serxwebûnxwaz mixatabê vê pirsê ye. Eger hûn ne mixatab in vê bi zelalî bînin ziman. Dema mirov li wê gotara wê (Meral Daniş Beştaş) dinêre ne têne bi gotinên xwe lê bi ken û tevgera xwe ya laşî sivikatiyê bi nexşeya Kurdistanê dike, ev rû reşî ye. Ew kesên ku dengê xwe dane HDPê û ew şandine parlamentoyê divê vê helwesta genî binerxînin. Mafê ti kesî nîne bi rastiya welatê me re tinazê xwe bike.”
Li ser pirsa “Divê helwesta Kurdên li perçeyên din ên Kurdistanê derbarê vê yekê de çi be?” Onen wiha got: “Helwesta me gelek hêsan û sade ye; ev axa me ye, bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan e. Bi hezaran sal miletê ve li ser vê axê jiyaye. Bi gotina dagirkeran ev rastî ji holê ranabe. Sedam êriş û tirsa wan ew e ku Kurdistan bi ezameta xwe li Rojhilata Navîn derdikeve ser dika dîrokê. Ew pûl rast e, şaş e ew mijareke din e, lê gelek di cih de ye ku pûlek bi nexşeya Kurdistana mezin bê weşandin. Bi min hatina Papa ji bo Kurdistanê seferek ji bo lêborînxwestinê bû. Papa nehat ji me re dua nekir, ji me xwest ku em ji wî re duayan bikî. Ez di wê baweriyê de me Papa jî dizane ku welatên Katolîk di perçekirina Kurdistanê de gunehkar in. Gunehkariya wan a herî dawîn di dema referamdûm û karesata Kerkûkê de diyar bû. Bi min Papa hatiye ji gelê Kurd lêborîn xwestiye. Ji ber vê lêborînê weşandina wêneyê Papa ligel nexşeya Kurdistanê di cih de ye.
Rewşenbîrê Kurd herwiha bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kir û got: “Bila ji niha pê de gav paşde neavêjin, ev ax axa me ye û bi sed hezaran Kurdan bi xwîna xwe ev ax avdane. Eger îro li Başûrê Kurdistanê desthilatdarekî hebe ew bi saya canfedaiya her çar perçeyên Kurdistanê bûye. Ti sedemeke nîne li hemberî êrişên dewletên dagirker û jenosîdkar em rastiya welatê xwe binpê bikin. HDP û heta PKKê jî wek siyasetmedarên Tirkan Başûrê Kurdistanê bi ser Barzanî re pênase dikin. Ez bi zelalî dibêjim mafê Mesûd Barzanî çi qas li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hebe, mafê min jî ew çend heye. Ew nexşe çend a Barzaniyan be ewqas a min e. Em di zanîn dengê herdu Meral ji heman çavkaniyê tên û ev çavkanî jî dewleta Tirk dagirker e.”
Çi bibû
Seroka IYI Partiyê Meral Akşener di civîna fraksiyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê wek nerazîbûn, du tablo bilind kirin ku yek ji wan ew pûl û ya din jî nexşeya Kurdistana mezin bû.
Akşenere di beşeke axaftina xwe de got, “Ev qaşo nexşeya Kurdistanê ye. Di vê nexşeyê de çi heye? Ji xeynî Bakurê Iraqê, beşek ji Başûrê Rojhilatê Anadol û Rojhilatê Anadolê heye.”
Meral Akşener rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan girtin û got, “Eger bê bîra we rêzdar Erdogan di hilbijartinên xwecihî de ji welatiyan re digot, waye Kurdistan li wê derê li Iraqê ye, eger ne bi dilê te ye biçe wê derê. Ji vê fam dikin, li gor birayekî din ê can bi cane rêzdar Erdogan, Kurdistan ne ewder e. Wate li gor Barzanî ku Erdogan li Diyarbekir şahî bo wî gerand, ya rast Rojhilatê Başûrê Anadolê Kurdistan e. Wiha diyar e hevbeşê wî yê biçûk jî ji niha û şûnde bi wê pulê name ji hevalê xwe yê li Îmraliyê re dişîne.”
Heman rojê li parlamentoyê derbarê wê pulê de ku wêneyê nexşeya Kurdistana mezin li ser e, birsyar ji Wekîla Serokê Fraksyona Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin.
Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê dibêje, “Barzanî daye, ya baş ew e hun wê ji Barzanî bipirsin. Derencam di dîrokê de nexşeyên wiha hene, car car jî tên dîtin. Derbarê nexşeyê de wek min amaje pê da divê ew pirs ji wî aliyê peywendîdar bê kirin ku nexşe daye Papa. Ya rast ew ne mijareke me gotûbêj li ser kiribe.”
Bersiva Meral Daniş Beştaş bû sedema reaksyona gelek Kurdên Bakurê Kurdistanê.