Serok Barzanî: Peymana 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek belav kir û têde dibêje ew peyam serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû.

Îro 50 sal di ser Peymana Dîrokî ya 11ê Adarê ya di navbera Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Îraqê de hatiyê îmzekirin de derbas bûn.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 11ê Adarê bi helkefta salvegera peymana dîrokiya 11ê Adara sala 1970 peyamek li twitterê belav kir û diyar dike ku hikûmeta wê heyama ya Iraq neçar maye ku yekemîn car mafê gelê Kurd bi fermî binase.

Mesûd Barzanî Peymana 11ê Adar weke serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bi nav dike û dibêje: “Pêncih sal di ser Peymana 11ê Adarê derbas dibe. Peymana 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û xelk, rejîm neçar kir yekemîn car mafên gelê me bi fermî binase."