Ji ber girtina deriyên sînorî li Bakurê Kurdistanê nirxê kelûpelan gelek biha bûye
Amed (Rûdaw) - Ji ber girtina deriyên sînor ên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de li bazara Silopî, Cizîr û Şirnexê bihayê çayê ji sedî sed bilind bûye û şekirê ku ji Başûr diçe Bakur jî qet peyda nabe. Welatî ji buhabûna kel û pelan bi gazinc in û vê yekê weke keysdîtina dikandaran bi nav dikin.
Piştî belavbûna vîrûsa koronayê, di navbera Başûr û Bakur de girtina derbazeyê li dûv xwe zirareke mezin a aboriyê anî.
Ne tenê welatî bi hezaran ajokarên barhilgiran jî ji ber girtina derî zehmetiyeke mezin dikişînin. Karwanê barhilgiran li ser rêya Xabûra Silopiyê 10 kîlometre li pey hev rêz bûne. Hin ajokar 15 rojin nekarîne derbasî Zaxoyê bibin.
Beriya girtina derî rojane ji 2 hezarî zêdetir barhilgir derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn lê ev hejmar niha daketiye 600 barhilgiran.
Derbarê mijarê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Şirnexê Osman Gelîş ji Rûdawê re got: “Em tengasiya karsazên xwe dizanin. Îro şixula wan paşve dimînin, teahûdên wan hene, seyareyên wan barên wan li ser pişta wan e. Em van hemûyan dibînin. Lê dema rewş bû tenduristî em êdî nikarin ji hikûmetê gazinan jî bikin. Îro li Çîn, Îtalya û Îranê dinêrin ev mesele meseleyeke cuda ye û xesas e. Îcar ew bar jî dikeve ser pişta me, divê em herdu aliyan jî fêm bikin û em alîkarê hev bin heta ku ev tengasî biqede.”
Di ser zirara aboriyê de ajokarên barhilgiran jî zehmetiyeke mezin dikişînin. Hin ji wan 15 roj in nekarîne barê xwe vala bikin û nizanin çi li pêşiya wan heye.
Ajokar Şemdin Akyuz dibêje: “Li vir milet perîşan bû. Zêdeyî 15 rojan li vir bê av bê xwarin hemû li vir in.”
Ajokar Seyfedîn Çelîk jî got: “Ev erebe divê derbasî Zaxoyê bibin û tevî ajokarên xwe. Yan bila di carekê de qut bikin kes neçe yan jî bila hemû bi hev re herin. Li ser erebeyên xwe herin.”
Mihemed Yavuz jî giliyên xwe dike û dibêje: “Eger digrin bila tam bigrin yan bila berdin em erebeya xwe li Zaxoyê vala bikin û vegerin.”
Gelek ji ajokaran çavên wan li rê û hişê wan li ser zar û zêcê wan in. Lê ew jî weke barhilgirên xwe ne dikarin herin û ne jî dikarin vegerin.
Nexasim jî çay û şekirên ku ji Başûr tên. Bihayê kîloyek çayê li bazarê ji 45 lîreyî heta 80 lîreyan jî bilind bûye. Şekir jixwe li bazarê peyda nabe.
Dikandar hemû piştî rawestiyana gumrukê keys xwe dîtine û çay û şekirên xwe dixin sandoqan û nafiroşin. Ji bo ku buhayê wan zêde bikin û bi nirxekî bilind bidin xelkê wisa dikin.
Ji Silopiyê heta bêndera Mêrsînê debara bi dehan hezar Kurdan rasterast li ser deriyê sînor e. Girtina derî roj bi roj qada debarê li wan kesan teng dike. Vîrûsa koronayê hêj negihiştiye wan lê zirara aboriyê konê xwe di nava wan de veda ye jî.