Aştî Hewramî: Aliyek dixwaze pirsgirêka derbixe
Silêmanî (Rûdaw) - Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî got aliyek dixwaze rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêka derbixwe.
Li Zanîngeha Amerîkî li bajarê Silêmaniyê sêyemîn dîdara salane dest pê kir, ku tê de wê çend dîdar û panêl cîh bigirin. Di dîdarê de çend siyasetmedar, şareza û akademisyen beşdar in.
Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî jî di dîdarê de axaftinek pêşkêş kir û got her çiqasî em pebandê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bin jî lê aliyêk din dixwaze pirsgirêka derbixe.
Hewramî diyar kir ku wan ewil li ser şandina 370 hezar bermîl petrol lihev kiribûn û dema ku pirsgirêkên teknîkî hatin çareserkrin û petrola Kerkûkê bê şandin ev rêjeyê zêde bibe. Hewramî herwiha got ku wan li gorî mercên rêkeftinê destpêkê de 150 hezar bermîl şand lê her carên din ev rejê zêde kirine.
Ji aliyê din ve Wezîrê Darayî Rêbaz Hemlan jî diyar kir ku gelek penaber li Başûrê Kurdistanê cih bûne û ji ber vê yekê jî ji aliyê aborî ve barê Herêma Kurdistanê giran bûye.
Hemlan anî ziman ku ji bo penaberan tenê pêwîstiya wan bi milyarek û 500 milyon dolar heye.