Nasnameyên 7 şervanan hatin eşkerekirin

Şervanên canê xwe ji dest daye / Wêne: HSD-Rûdaw Grafîk

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 7 şervanên ku canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku 7 endamên wan di cih û dîrokên cuda de li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şer li Kobanî, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berdewam dike.

Nasnameyên şervanên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:

Ebû Leyla (Ezedîn Elî Silo) li Minbicê ji dayîk bûye û 19ê Kanûna Paşîn a 2025an li Bendava Tişrînê canê xwe ji dest daye.

Elî (Elî Xelîl Selûck) li Kobaniyê ji dayîk bûye û 9ê Sibata 2025an li Kobaniyê canê xwe ji dest daye.

Elîşêr (Elî Ebdo Silo) li Kobaniyê ji dayîk bûye û 9ê Sibata 2025an li Kobaniyê canê xwe ji dest daye.

Zana Qamişlo (Ferîd Elîedîn Derwîş) li Qamişloyê ji dayîk bûye û 8ê Sibata 2025an li Gundê Kopirlikê yê Eyn Îsayê canê xwe ji dest daye.

Reşo Qamişlo (Hejar Şukrî Mihemed) li Qamişloyê ji dayîk bûye û 4ê Sibata 2025an li Bedava Tişrinê canê xwe ji dest daye.

Lawand Girkê Legê (Rêwan Mihemed Emîn Merîka) li Saêihatê ji dayîk bûye û 9ê Sibata 2025an li Gundikê Şelalê canê xwe ji dest daye.

Burkan Qibe (Ebdulqadir Hisên Betan) li Sirînê ji dayîk bûye û 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Minbicê canê xwe ji dest daye.