Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê 72 koçber hatin girtin û kesek jî bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê, doh li ser rêya parêzgehên Mêrdîn û Amedê barhilgirek ji aliyê tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Çinarê ve hatiye rawestandin.
Di nav barhilgirê de ji wan 69 Efxanistanî, 2 Pakistanî û 1 jî Bangladeşî bi giştî 72 koçber hatine girtin.
Herwiha kesek jî bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hatiye desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew bir dadgehê.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê her doh ragihandibû ku di encama operasyonên bi navê “Mertal-12” de li çend parêzgehan 142 koçber û 49 qaçaxçiyên koçberan hatine girtin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse