Tirkiyeyê Til Temir topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê sayloya gundekî Til Temirê topbaran kir.

Çavkaniyên xwecihî yên ji nahiyeya Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku artêşa Tirkiyeyê û grûpen çekdar gundê Um El-Kêfê yê Til Temirê topbaran kir.

Di wê topbaranê de, sayloya (avahiyên zirav û bilind ên ji bo depokirina dexlûdan) gundê Um El-Kêfê hatiye armanckirin.

Tirkiye ji 5ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve, êrişî Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye di van êrişên xwe de saziyên sivîl û ên xizmetguzariyê dike hedef.

Santralên karebayê, birên av û petrolê jî gelek caran dibin hedefa êrişên Tirkiyeyê.

 Li gorî gelek şîrovekaran, Tirkiye dixwaze bi rêya van êrişên xwe xelkê herêmê koçber bike.