Piştî 35 salan Deriyê Sînor ê Ermenistan û Tirkiyê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînor ê di navbera Ermenistan û Bakurê Kurdistanê de piştî 35 salan ji bo derbaskirina alîkariyan bo mexdûrên erdheja Mereşê hat vekirin. Ermenistanê ji bo herêma erdhejê 5 barhilgir kelûpelên alîkariyê şandin Tirkiyê.

Piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê ku li 10 parêzgehan bûye sedema wêraniyeke zêde û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dane alîkariya welatên derve berdewam e.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Vahan Kostanyan li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmen parve kiriye û ragihandiye ku Deriyê Sînor ê Alican ê di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ku li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ye piştî 35 salan ji bo veguhestina alîkariyên bo herêma erdhejê hatiye vekirin.

Kostanyan dibêje: “Alîkariya mirovî ku ji Ermenistanê tê li ser Pira Margara di Deriyê Sînor ê Tirkiye û Ermenistanê re derbas bû û diçe herêma erdhejê.”

Piştî erdheja Mereşê Rêveberiya Ermenistanê bi armanca piştgiriya karê rizgarkirinê tîmeke ku ji 28 kesan pêk tê şandibû. Deriyê Sînor ê Alican herî dawî di sala 1988an de bo erdheja ku li Ermenistanê çêbûbû hatibû bikaranîn.