Kosret Resûl daxwaza ragirtina civîna Encûmena Serokatiya YNKê dike û hişyariyê dide

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ua Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl daxwaza ragirtina civîna Encûmena Serokatiya YNKê dike û hişyariyê dide.

Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya YNKê Kosret Resûl îro Sêşemê 11ê Sibatê nameyek bo Encûmena Serokatiya YNKê şand û têde daxwaza ragirtina civîna encûmenê partiya xwe ku pêdeçûna bo biryaran dike.

Di wê nameyê de ku Rûdawê naveroka wê bidest xistiye, hate gotin: “Agahdarkirina we ji bo me girîng e ku Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya YNKê berpirsyar e li parastin û cîbicîkirina biryarên kongrê û peyrewê navxwe. Piştî civîna encûmena serokatiyê û pesendkirina biryarên hestiyar îro encûmena bilind weke erka xwe civîneke neasayî bi serokatiya Kosret Resûl enmca da û biryara ragirtina civîna Encûmena Serokatiya YNKê gotûbêj kir.”

Li gor nameyê di civîna îro de biryara ragirtina Encûmena Serokatiya YNKê hate standin.

Kosret Resûl bo Encûmena Serokatiya YNKê di nameyê de dibêje: “YNK ketiye di rewşekê de ku pêwîst e serferberî were kirin. Pêwîst e civîna taybet û berpirsyane bo gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan û pêdeçûna ciyawaziyan bikin û piştî vê civîn û lêtêgihîştinê biryara civîna encûmena serokatiya berdewam be. Daxwaza min ji hemû aliyan ew e hemû egeran li berçavan bigirin û rewşa bê baştirkirin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Kosret Resûl danîna hevserokatiya bo YNKê red kiriye û Encûmena Serokatiya YNKê bi piraniya dengê 70 endaman ev daxwaza Kosret Resûl red kiriye.

Ev nameya Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya YNKê Kosret Resûl îro di demekê de ye ku Encûmena Serokatiya YNKê di civîna îrp de deng li ser hevserokên YNKê da û du kes bo hevserokatiyê hilbijart, lê heta niha weke fermî belav nekiriye.