YNK ji bo Parêzgariya Kerkûkê navê berbijêrekî dide PDKê

Kerkûk (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rizgar Elî, ji bo posta Parêzgarê Kerkûkê berbijêrê partiya xwe ye û di civîna vê hefteyê de YNK navê wî dide Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

 

Li gor rêkeftina ku YNK û PDKê kiriye, 18ê vê mehê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê were pêkanîn. YNKê bi sûdwergirtina ji pakêteke mijara hikûmetê li Hewlêr û Bexda û parêzgeha Kerkûkê, daxwaz kiriye ku parêzgarekî ji YNKê were danîn, di civîna duyem de dê navê berbijêr deynin ber PDKê.

 

Endamê Fraksiyona YNKê yê li Parlementoya Iraqê Rêbwar Teha ji Rûdawê re diyar kir: “Parêzgarê Kerkûkê piştgirî dixwaze daku parêzgarekî baş û serkeftî be. Li çar parêzgehên Kurdistanê divê yek ji parêzgehan ji YNKê be. Em li gel nûnerên Tirkmen û Ereb li parlementoyê jî axivîne. Ew jî di wê baweriyê de ne ku siberoja Kerkûkê ji aliyê hemûyan û bi hev re bi îdareyeke hevbeş were birêvebirin.”

 

PDK û YNK her çiqas heta niha di civînên xwe de ti berbijêrekî nenirxandine, li cem PDK qebûlkirina her berbijêrek bi rizamendiya aliyên din, pesendbûna li fraksiyona Birayetî û Encûmena Parêzgehê ve girêdayî ye.

 

Berpirsê Liqa 3 ya PDKê Mihemed Xurşîd dibêje: “Parêzgar divê kesekî wisa be ku Fraksiyona Birayetî û hemû partiyên Kurdistanî bi taybetî li Kerkûkê qebûl bikin, ji aliyê neteweyên din jî pesendkirî be, ji ber ku taybetmendiya Parêzgarê Kerkûkê heye, neteweyên din jî li wir dijîn. Yekalî nebûne ku tenê YNK kesekî destnîşan bike, li gor me baştir e ku xelkê Kerkûkê kesekî destnîşan bike bêyî partiyekê.”

 

Her çiqas Ereb derbarê civîna Encûmena Parêzgehê de heta niha nakok in li gel Kurd, lê di her civneke derbarê yekalîkirina postan de, ji wan postên ku berê di destê wan de bûn, zêdetir post dixwazin.

 

Berdevkê Encûmena Erebî Hatem Taî dibêje: “Madem rêkeftina nû ya nexşeyê bi temamî diguhere, Serokê Encûmenê ji pêkhateya Ereb be. Heta niha ne diyar e, baweriya min wisa ye ku hemû van hewldanan serkeftî bin, ji ber ku dema hilbijartinê gelek nêzîkî di dawiya îsal de.”

 

Diyarkirina roja 18ê vê mehê ji civîna Encûmena Parêzgehê û rêkeftina herdu wezaretên Pêşmerge û Berevaniya Iraqê derbarê pêkanîna hêza hevbeş de mijara herî germ a xelkê ye.