Demîrtaş: Baweriya min bi Ocalan heye û piştgiriya wî dikim

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş got, “Ez dixwazim eşkere bikim ku piştgirî û baweriya min ji bo birêz Abdullah Ocalan heye.

Şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro çû serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Selahattîn Demîrtaş piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Demîrtaş di peyama xwe de piştgiriya xwe ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan nîşan da.

Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku Ocalan bi fedakarî û cidiyeteke mezin xebatên xwe didomîne û got:

“Ez dixwazim diyar bikim ku bawerî û piştgiriya min a bi temamî ji wan re, ji partiya me DEM Partiyê û bi taybetî ji rêzdar Abdullah Ocalan re heye ku li Girava Tecrîdê ya Îmraliyê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê hewlên mezin dide."

Peyama Demîrtaş wiha ye:

"Bi wesîleya serdana şandeya me ya Îmraliyê, ez silav û hezkirinên xwe yên ji dil ji hemû kesan re dişînim.

Di heman demê de spasiya şandeya me dikim ku bi fedakarî û cidiyeteke mezin xebatên xwe didomîne û dixwazim diyar bikim ku bawerî û piştgiriya min bi temamî ji wan re, ji partiya me DEM Partiyê û bi taybetî ji rêzdar Abdullah Ocalan re heye ku li Girava Tecrîdê ya Îmraliyê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê hewlên mezin dide.

“Zelalbûn gelekî girîng û pêwîst e”

Mijara herî hestiyar a vê heyamê piştgiriya raya giştî ye. Ji ber vê yekê, zelalbûn gelekî girîng û pêwîst e.

Agahdarkirina şandeya me ya partiyên siyasî yên li  parlamentoyê wekî pêwîstiyeke zelalbûnê û di rojên pêş de jî agahdarkirina rêxistinên civaka sivîl û derdorên siyasî û civakî tiştekî bi nirx e.

Her wiha serdestiya zimanê aştiyê li ser hemû aliyan jî girîng e.

Divê her kesê ku li ser van mijaran diaxive, ji zimanê gef, şantaj, nizimkirin û gotinên provokasyonê dûr bisekine û li şûna ku retorikeke vala û bêwate ya li ser bingeha binketin û serkeftinê ava bike, divê li ser paşerojeke hevpar bisekine ku em hemû bi ser bikevin.

“Ev pêvajoya Demokratîkbûn, Aştî û Biratiyê ye”

Her çiqasî bi israr xwe ji navlêkirina pêvajoyê dûr bigirin jî ji bo me ev pêvajo, pêvajoya `Demokratîkbûn, Aştî û Biratiyê` ye.

Em wek aktorên ku di zemîna demokratîk û aştiyane de siyasetê dikin, bidawîhatina şer û pevçûnan a bi awayekî mayînde dixwazin û piştgiriya wê dikin.

“Em dê li gel Ocalan bin”

Em diyar dikin ku eger birêz Ocalan, dema mercên wê hebin, di vê mijarê de inisiyatîfekê bigire, em dê li gel wî bin.

Helbet xwediyê biryarê bi xwe ye ku dê çawa bang bike. Wekî ku wî jî anî zimên, berpirsyariya amadekirina zemîna hiqûqî û siyasî ya ji bo vê bangê li ser dewlet û parlamentoyê ye.

“Mixatab ne em in”

Em di vê qonaxê de dê her cure piştgiriyê bidin hewlên aştiyê. Lê yê bang bike û yê ku mixabetê wî bangî be ne em in.

Rola û misyona me ya wekî siyasetmedar ew e ku em zemîna aştiyê xurt bikin, aliyan ji bo aştiyê han bidin û cesaretê bidin wan û rê li ber aştiyê vekin.

Lê ji vê zêdetir jî  berpirsyariya me ya sereke ew e ku em têkoşîna aştiyane, sivîl û siyasî ya ji bo demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û mafên bingehîn ên mirovan mezin bikin.

“Divê rêyên têkoşînê bên vekirin”

Divê rê ji niha ve bên vekirin û derfetên vê têkoşînê jî bên dayîn da ku zemîna aştiyê jî xurt bibe.

Em dixwazin vê xalê jî bînin bîra kesên pêwendîdar.

Divê hemû kes vê yekê bizane ku li holê hin niyetên baş û amadekariyên ku bi van niyetên baş tên meşandin hene.

“Divê gavên ewledar û şênber bi lez bên avêtin”

Lê belê ji bo ku ev pêvajo bikeve qalibeke zelal û berbiçav, divê gavên ewledar û şênber bi lez bên avêtin.

Em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin ji bo jiholêrakirina pevçûnên ku ji salan ve li van axan bûne sedema êşên bêwesif û tev hêza welat xerc kiriye û ji bo bidestxistina aştiya siyasî.

Lê belê aştiya siyasî tenê wê dema ku hemû rêyên têkoşîna aştiya civakî, yanî demokratîkbûn, wekhevî, edalet û azadiyan veke dê mayînde bibe û sûdê bide hemû kesan û welat jî.

Bi vî awayî, piştgiriya civakî ya ji bo aştiya siyasî jî zêde dibe û bi xwedîderketina piraniya gel re, hemû provokasyon û hewlên sabotajê jî têk diçin.

“Piştgiriya hewlên Erdogan, Bahçelî û Ozel dikim”

Ez di vê serdem û qonaxa dîrokî û girîng de, ji bo pêşxistina aştiyê û gavên ku wan avêtine û gavên bavêjin spasiya xwe pêşkêşî rêzdar Serokkomar, rêzdar Devlet Bahçelî, rêzdar Ozgur Ozel û hemû serokên partiyan dikim û piştgiriya xwe ji wan re radigihînim.

Ez dê bê guman li kêleka her gava ji bo xurtkirina demokrasiyê were avêtin, dûrî her cure berjewendiyên kesayetî û partîtiyê bim.

“Ber û rûyê piraniya Kurdan li Tirkiyeyê ye”

Herî dawî dixwazim vê yekê jî bi taybetî bibêjim, ber û rûyê piraniya Kurdan li Tirkiyeyê ye.

Ez bawer dikim ku eger aştî û demokrasiyeke xurt were avakirin, em hemû dê ji vê pêvajoyê bi serkeftî derkevin.

Ji bo vê yekê, ez hêvî dikim û dixwazim ku dewleta Komara Tirkiyeyê jî berê xwe û rûyê xwe bide hemû Kurdan û aştiyeke mezin û birûmet pêk bîne.

Ez careke din spasiya şandeya me dikim, bi hêviya serkeftinê, ez careke din silavên xwe yên germ û hezkirinên xwe ji we re dişînim.”