Nêçîrvan Barzanî Serokkomarê Libnanê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hilbijartina Joseph Aoun wekî Serokkomarê Libnanê ew pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî got, "Ez ji bo rêvebirina Libnanê ber bi aramî û xweşguzeraniyê ve serkeftinê ji we re dixwazim."

Parlamentoya Libnanê 9ê Kanûna Paşîn a piştî valahiya serokatiyê ya ku zêdetirî du salan dewam kir, Fermandarê Artêşê Joseph Aoun wekî serokkomarî hilbijart.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

"Ez bi minasebeta hilbijartina birêz General Joseph Aoun wekî Serokkomarê Komara Libnanê pîrozbahiyê lê dikim û ji bo rêvebirina Libnanê ber bi aramî û xweşguzeraniyê ve serkeftinê ji wî re dixwazim.

Li gorî berjewendiyên hevbeş, em tekeziyê li pêşxistina hevkariyê di navbera Herêma Kurdistan û Libnanê dikin."

Joseph Aoun bû Serokkomarê Libnanê

Parlamentoya Libnanê pêncşemê Fermandarê Artêşa Libnanê Joseph Aoun wekî serokkomar hilbijart.

Di gera yekem a dengdanê de Fermandarê Artêşa Libnanê Aoun ji 128 dengan 71 deng wergirtin.

Di gera duyem de Aoun 99 deng wergirtin û bû serokkomarê nû yê Libnanê.

Joseph Aoun kî ye?

Aoun sala 1983yan di dema herî tund a şerê navxweyî yê Libnanê de ketiye Akademiya Leşkerî ya Libnanê. Sala 1986an wekî fermandar mezûn bûye.

Di kariyera xwe ya leşkerî ya bêhtirî 30 salî de di her rûtbeyê de xizmet kiriye.

Di yekîneyên komando û hêzên taybet de erkên fermandariyê pêk anîne.

Sala 2017an bûye Fermandarê Artêşa Libnanê. Aounê 60 salî di yek ji demên herî krîtîk ên artêşê de fermandarî kiriye.

Aoun li Zanîngeha Saint Josephê ya ku yek ji zanîngehên bi nav û deng ên Libnanê ye, beşa zanista siyasetê xwendiye. Pişt re li Fransayê li ser stratejiya leşkerî lîsansa bilind xwendiye.

Li Fort Braggê ya Amerîkayê perwerdehiya hêzên taybet dîtiye. Di warê serkirdayetiya leşkerî, têkoşîna li dijî terorê û plansaziya stratejîk de pispor e.

Bi awayekî rewan Erebî, Fransî û Îngilîzî diaxive.

Di dema krîza aborî ya sala 2019an de rê li ber jihevketina artêşê girtiye.

Dema ku lîreyê Libnanê bê qîmet bû, destûr daye leşkeran ku di derveyî karê xwe de di karên sivîl de bixebitin û bi vî awayî yekparçeyiya saziyê parastiye.

Di dema piştî şerê navxweyî de rê li ber zêdebûna aloziyên olî girtiye. Piştî teqîna Bendergeha Beyrûtê ya sala 2020an bi xwe operasyonên rizgarkirinê û alîkariyê bi rê ve biriye.

Aoun di hevsengiya nazik a olî ya Libnanê de helwesteke bêalî girtiye. Li dijî çekdariya Hizbulahê derketiye lê dûrî pevçûnên navxweyî bûye.

Bi Amerîka û Rojavayê re têkiliyên baş pêş xistine, di heman demê de bi welatên herêmê re jî siyaseteke hevseng meşandiye.

Ji bo profesyonelkirina artêşê û dûrketina wê ji siyasetê hewl daye.