Tunela Xezekyanê hat vekirin: Rêya Gever û Wanê 17 kîlometreyan kurttir bû

Colemêrg (Rûdaw)- Li ser rêya navçeya Gevera Colemêrgê û Wanê li herêma Xezekyanê tuneleke nêzîkî 4 kilometreyan hat vekirin.

Rêya di navbera Gever û Wanê yek ji rêyên herî nexweş e û gelek ceran qeza li herêmê çêdibin.

Bi taybetî jî li herêma Xezekyanê gelek caran ji ber ketina keviran. Hatina lehî û aşûtê rê gelek caran tê girtin.

Tunel piştî xebateke 5 salan hat vekirin. Tunela Xezakyanê 3 kîlometre û 965 metre ye.

Bi saya tunelê rêya di navbera Wan û Geverê nêzîkî 17 kîlometreyan kurttir dibe.

Li gorî gotina Parêzgarê Colemergê Alî Çelîk bi saya tunelê êdî pirsgirêka lehî û aşûtê jî li ser rêya herêmê nemaye.

“Rêya me dê êdî ewletir be”

Alî Çelîk got,“Înşelah dê li ser xêrê be, em bawer dikin ku dê bi xêr be. Pirsgirêk û nexweşiyên berê em hemû dizanin.

Êdî rêya me nakeve cihên lehî û aşûtan. Rêwîtiya me êdî dê bi ewlehtir be.

 Mesafe jî kêmtir dibe. Tunela me 4 kîlometre ye û dualî ye.”

Rêya Geverê ya heta Xezekyanê yek ji wan rêyan bû gelek caran qezayên trafîkê lê çêdibûn û gelek caran jî ji ber lehî harifîna keviran rê dihatin girtin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê Salîh Ozdemîr  jî ji ber vekirina tunelê spasiya rayedarên hikûmetê kir.

Salîh Ozdemîr got, “Em gelekî keyfxweş in. Tuneleke gelek paqij hat çêkirin.

Em spasiya parêzgarê xwe, kompanyaya ku çêkiriye û îdareya rêyan û wezareta veguhastinê dikin.”

“Tunel dê sûdê bide şofêran”

Vekirina tunelê herî zêde şofêrên deverê keyfxweş kiriye.

Ji ber ku tunel rêya wan kurttir dike bi gotina wan gelekî caran ji ber rêya xirab seyarên wan xirab dibûn û ew gelekî caran bi saetan di rê de diman.

Şofêrê bi navê Naîf Ekîncî jî li ser vekirina tunelê got:

“Vekirina vê tunelê karekî gelekî baş bû.

Em pê keyxweş in, tunel ji herdu aliyan ve hat vekirin. Beriya niha rêya me gelek nexweş bû. Kevir diketin ser rê.”

Şofêrê bi navê Samet Çalişkan jî her wiha got:

“Ji bo me hemûyan pîroz be. Karekî gelekî baş e. Ev tunel dê sûdê bide Geverê, Şemzîna, Rubarokê heta xelkê Îranê jî bi vê rêyê tên û diçin.

 Heta niha li ser vê rêyê gelek qeza çêbûne.”

Projeya çêkirina tunela Xezekyanê sala 2019ê dest pê kir û ji 3 xetan pêk tê ji bo tunelê 1 milyar lîre budce hatibû veqetandin.