Li Wanê hosteyên otomobîlan ji rewşa xwe ne razî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li pîşesaziya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hosteyên otomobîlan ji rewşa xwe ne razî ne.
Rewşa aborî ya Tirkiyeyê bandoreke gelekî xirab li pîşesaziya otomobîlan jî kiriye.
Li Sîteya Sanayiyê ya Otomobîlan a navçeya Tuşbayê ya Wanê hostayên tamirê otomobîlên têkçûyî tamîr dikin.
Lê rewşa xirab a aborî bandoreke neyînî li karê wan jî kiriye.
"Ez nikarim pêşiya xwe jî bibînim"
Hostayê tamirkirina otomobîlan Baran Oguz got, "Debara me sifir e. Her diçe karê me kêmtir dibe.
Wek hûn dibînin me berê randevu didan xelkê lê niha kes deriyê dikana xwe jî venake.
Ez hêvî nakim ku ev rewş baş bibe. Nikarim pêşiya xwe jî bibînim."
Hostayên tamirê dibêjin wekî hemû waran nirxê parçe û kelûpelên otomobîlan jî îsal sê heta çar qat bilind bûye.
Dema otomobîlên welatiyan têk diçin êdî ji wan nayê ku bînîn ber destê wan da ku çêbikin.
"Li gorî sala borî ferq gelekî zêde ye"
Hostayê tamirkirina otomobîlan Mazlum Akyildiz wiha anî ziman:
"Li gorî sala borî ferq gelekî zêde ye û nirx gelekî bilind bûne.
Parçeyekî ku me sala borî bi hezar lîreyî dikirî niha bûye 2 hezar û 500 lîre.
Par 10 heta 15 otomobîl li ber deriyê min bûn niha tenê 2-3 heb hene.
Yên ku pereyê wan hene otomobîlên xwe çêdikin lê yên ku nînin jî nayên."
Tevî bêbazariyê û nebûna mişteriyan kirêya dikanên wan jî li gorî salên berê biha bûye.
Beşek ji wan neçar mane ji ber vê rewşê hejmara karmendên xwe kêm bikin.
"Kar nîne û ti kes li halê milet napirse"
Hostayê tamirkirina otomobîlan yê bi navê Hakan wiha axivî:
“Me berê 12 karmend dixebitandin lê niha ev hejmar daketiya 4 kesan. Kar nîne û ti kes li halê milet napirse.”
Li gorî amarên fermî, meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya enflasyonê ji sedî 44,3 bû.
Lê Grûba Lêkolînên Enfilasyonê (ENAG) dibêje heman rêje ji sedî 83,4 e.
Hostayên otomobîlan dibêjin rêjeya bilind a enflasyonê û bihabûna nirxan îsal deriyê dahatê li ber wan girtiye.