Êlih: Kompanyayek ava fêkiyan hinardeyî 30 welatan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kompanyayeke salane 86 milyon lître ava fêkiyan berhem tîne û hinardeyî 30 welatên cîhanê dike.

Di wê kompanyayê de ku ev 9 sal in hatiye avakirin 125 kes dixebitin û ji 4 beşên wekî kargeha ava fêkiyan, kargeha konservayên fêkiyan, fêkiyên taze û fêkiyên di sarxaneyan de pêk tê.

Kompanyayê 5 sal in dest bi hinardeyê kiriye û berhemên xwe hinardeyî Amerîka, Ewropa, Rûsya, Asya û Welatên Erebî bi giştî 30 welatên cîhanê kirine.

"4 hezar û 500 donim baxên kompanyayê hene"

Nûnerê kompanyayê Salih Yildiz li ser karên xwe got:

“Me kompanyaya xwe sala 2014an li Herêma Pîşesaziyê ya Êlihê li ser rûberê 27 hezar metre çargoşeyan ava kir.

Her wiha 4 hezar û 500 donim baxên kompanyayê hene.

Di heman demê de embara me ya sarkirinê, kargehên çêkirina konserveyên fêkiyan û ava fêkiyan hene.

Salane 75 hezar ton konservaya fêkiyan tê berhemanîn û 86 milyon lître ava fêkiyan tê berhemanîn.

44 cureyên xwarin û vexwarinê ji fêkiyan tên çêkirin. Wekî kompanyayeke Êlihê em berhemên xwe hinardeyî 30 welatên cîhanê dikin.”