Bayram Bozyel: Divê em dersa Kurdî biçûk nebînin û bikin derfet
Amed (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê Bayram Bozyel ji Rûdawê re ragihand, tevî ku hikûmet di warê dersên bijarte de ne cidî ye û weke pêwîst mamosteyan dabîn nake, lê belê “divê em Kurd dev ji vê meselê bernedin û em vê meselê wek derfetekê bikar bînin, di her fersendekê de ji bo ku em vê dersa bijarte bikar bînin divê em serî lêdin, divê malbat di vê meselê de hişyar bin.”
Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.
Ji xwendekaran û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, rêveberên dibistanan ji dersên xwe yên bijartî agahdar bikin.
Bayram Bozyel têkildarî mijara hilbijartina dersa Kurdî di dibistanên navendî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û got, “Mafê dersa bijarte ew çend sal e heye, lê hikûmet di vê meselê de ciddî nîne û qasî ku hewcedar be mamoste tayîn nake, ev mesele di pratîkê de nayê bikaranîn, ev maf nayê bikaranîn.”
Bozyel dibêje, divê dê û bav û malbat di vê pirsê de hişyar bin û girîngiyê bidin zimanê Kurdî û dersên bijarde. Bozyel tekez kir ku divê Kurd mijara dersa bijarte ya Kurdî biçûk nebînin û destnîşan kir, zimanê Kurdî bingeha pirsa Kurd e, eger destkeft di warê ziman de bêne bidestxistin, ew dê bandorê li destkeftên giştî yê pirsa Kurd bikin.
Alîkarê Serokê PSKê got, “Divê em Kurd dev ji vê meselê bernedin û em vê meselê wek derfetekê bikar bînin, di her fersendekê de ji bo ku em vê dersa bijarte bikar bînin divê em serî lêdin, divê malbat di vê meselê de hişyar bin, dê û bav ebeveyên welî di vê meselê de, meseleyê bişopînin, yanî hikûmet di vê meselê de ciddî nîne, yan jî qasî ku hewce ye mamoste nînin, divê em vê meselê sar nekin. Ew mafekî yasayî ye û piştî xebatek û têkoşîneke dûr û dirêj ew maf hatiye bidestxistin, divê em biçûk nebînin, divê em kêm nebînin, nizim nekin.
Bangewaziya me bo tev malbatên Kurdan ev e ku di vê meselê de ciddî bin, bişopînin, yanî meseleya ziman ruknê (bingeha) Pirsa Kurd e, eger di meseleya ziman de em pêşbikevin, eger em bikaribin di vê meseleyê de destkeftekî bidestbixin, emê karibin rêya safîkirina (çareserkirina) Pirsa Kurd jî vekin.”
Ji sala 2012an ve li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, Zanîngeha Alparslan a Mûşê, Zanîngeha Çewlîgê û Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin û heta niha 1500 xwendekaran ew beş qedandine, lê ji vê hejmarê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.
Li Bakurê Kurdistanê rêxistinên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin dibêjin, eger hejmara xwendekarên xwendina dersa bijarte ya Kurdî bi herdû zaravayên Kurmancî û Zazakî zêde be, Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê neçar dibe zêdetir mamostayên zimanê Kurdî dabimezrîne û bi vê jî derçûyên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî wek mamostayên zimanê Kurdî tên damezrandin.
Li her dibistanekê ji bo vekirina polekî Kurdî wek pêwîst divê 10 xwendekar daxwaza dersa bijarte kiribin ku ew pol were vekirin ligel wê proseya serlêdana dersên bijarte ku ji 3ê Çile ve destpê kiriye û dê 21ê Çile bi dawî bibe.
Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di sala xwendina 2015-2016an de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine. Ji vê hejmarê 71 hezar û 616 xwendekaran dersa zaravayê Kurmancî û 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa zaravayê Zazakî hilbijartine.