Li Çewlîgê dema minîbûsek derbas dibû aşût çê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê dema minîbûseke rêwiyan derbas dibû, aşût hat xwarê û rê hat girtin, lê tiştek bi serê welatiyên di minîbûsê de nehat.

Li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û bandorê li ser jiyana welatiyan dike.

Li gor zanyariyan îro 11ê Çileya 2022ê dema minûbûseke rêwiyan li ser rêya di navbera navçeya Kanîreş û gundê Kayapinar re derbas dibû aşût hat xwarê û  bo demekê rê hat girtin.

Hat ragihandin ku welatiyên di minûbûsê de ji bo ku derbas bibin bi bêran careke din rê vekirine û aliyên peywendîdar ji rewşê agahdar kirine.

Yek ji welatiyan amaje bi wê yekê dide ku dema wan hewl dida derbas bibin aşût hatiye xwarê û got: “ Dema aşût hat em rawestiyan. Baş bû bi ser me de nehat.”

Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e. Li Wan, Mûş, Colemêrg, Bedlîs, Erzerom, Agirî û Îdirê ji ber berf û pûkê rêyên 534 gund û navçeyan hatine girtin. Li gor agahiyên hatine belavkirin kar û xebatên vekirina rêyan jî berdewam in.

Herwiha li cihên berf lê kom bûye metirsiya werîna berfê û aşûtê heye û aliyên peywendîdar daxwazê ji welatiyan dikin ku tedbîrên pêwîst werbigirin û eger rewşeke awarte nebe dernekevin rêyan.