Desteya Parastina Xweserî: Firokeyan ji Başûrê Kurdistanê Tel Elo bordûman kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Parastina Xweserî li Rojavayê Kurdistanê dibêje: “Çend firoke ji başûrê Kurdistanê firiyan û navçeyên Tel Elo bordûman kirin”, lê wezareta pêşmergeyan nehaydariya xwe ji vî karî nîşan dide.

Desteya Parastina Xweser li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku bordûmankirina van firokeyan binpêkirin e ji yasaya navdewletî re, û provokasyoneke dijayetî ye. Herwiha ragihand ku Başûrê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşek in ji vê binpêkirinê.

Desteya Parastina Xweser nîşanê bi wê yekê dide “Ew firokeyên şer, ku ne diyar e ser bi kê ne, roja 03.01.2017 ji Başûrê Kurdistanê firiyan û di aliyê bajarokê Til Koçber re çûne ser sînorê Iraq-Sûriyê û çend navçe li derdora gundê Til Elo yê ser bi bajarokê Çil Axa yê ser bi Kantona Cizîrê bordûman kirin û piştre vegeriyan binkeyên xwe.”

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Wezareta Pêşmergeyan, ku ji Yekeyên 70 û 80 pêk hatiye, ti cûre firokeyên wê nîne, heta ku wan bikar bîne.”

Cebar Yawer tekezî li ser wê yekê kir ku Wezareta Pêşmergeyan ti zanyariyên wê li ser vê bordûmanê û firokeyan nîne. Tenê wê nûçe di regihandinê de xwendiye.