QAMIŞLO - Di teqînan de kesekî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Di teqînên li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Doh êvarî li aliyê başûrê Qamişloyê bi taybetî li Foca Tertebê, Foca Zenodê û herêmên derdora wê û Balafirgeha Qamişloyê teqînên mezin çêbûn.
Ji ber teqînan zerer gihişt hin malên li taxên Curnik û Qenat Siwêsê yên Qamişloyê.
Medyaya Birêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di encama teqînan de kesekî canê xwe ji dest daye.
Her wiha kesekî bi navê Hesen Ferîd Ehmed ê ji Efrînê jî birîndar bûye.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku balafirên wê yên şer li çend herêmên Sûriyeyê û bajarê Qamişloyê êrişî depoyên çekan ên desthilata Beşar Esed hedef kiriye.