Li Qers û Agiriyê ji ber berfê rê hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rê hat girtin û çend barhilgir di rê de asê man.
Rêya di navbera Qers û navçeya Zûrzûnanê de ji ber berfa zêde hat girtin û çend barhilgir li nêzîkî gundê Taşbaşiyê di rê de asê man û rê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Herwiha li ser rêya navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agirî û navçeya Çildiranê ya parêzgeha Wanê berfeke zêde bariya û barhilgireke ku diçû Wanê şemitî û ji rê derket.
Ew rêya 2 hezar û 644 metreyan ji asta deryayê bilind e.
Ji ber wê yekê gelek otomobîl di rê de asê man.
Tîmên vekirina rêyan dest bi kar û xebatên paqijkirina rêyan kirin.