Rûyê Gola Çildarê qeşa girt

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daketina pileya germayê bo jêr sifrê 8 pile, beşek ji rûyê Gola Çildarê ku dikeve navbera sînorên parêzgehên Qersê û Erdexanê, qeşa girt.

Ev çend roj bûn li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê berf dibariya. Piştî berfê pêleke sermayê li wê parêzgehê destpê kir û germa daket heta 8 pile jêr sifrê. Ava Gola Çildarê ku beşekî wê di nav sînorên Qersê de ye jî xwe li ber vê sermayê negirt û qeşa girt.

Gola Çildarê li ser asta Bakurê Kurdistanê duyem gola herî mezin e. Rûberê golê 123 kîlometre çargoşe ye û bilindahiya wê ji deryayê 1959 metre ye. Ava wê şêrîn e û ji bo masîgiriye gelekî guncav e. Gol di heman demê de bo xelkê navçeyê yek ji deriyên dahatê ye û zivistanan heta 20ê meha Adarê li ser rûyê qerisî yê golê nêçîra masiyan dikin.

Yek ji welatiyên ku debara xwe bi girtina masiyên li ser vê golê dike Ertan Daşdemîr da zanîn ku demeke kêm maye rûyê golê bi temamî qeşa bigire û got: " Niha peravên gola me hêdî hêdî qeşa digire. Dema pileya germayê daket jêr 14-15 pile, dê gol bi temamî qeşa bigire. Em jî dê xelkê bi hespan li ser golê bigerînin.”