Qeyrana aboriyê bandoreke mezin li kirêciyên Bakurê Kurdistanê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyrana aboriyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bandora xwe ya xirab ne tenê li ser bazarê, li ser stara xelkê jî dike. Li gorî amarên parêzeran di nava 2 salên dawiyê de tenê li Amedê hejmara dozên ku xwediyên xaniyan li kirêciyan vekirine ji 2 hezar dozan zêdetir bûne.

Li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê hejmara van dozan ji 10 hezarî zêdetir bûne. Qeyrana aboriyê wisa kiriye ku xwediyên xaniyan û kirêcî têne hemberî hev. Sedema vê yekê jî piranî ji ber nebûna taqeta kirêciyan e ku nikarin heqê xaniyên xwe bidin.

Di nava hinek ji van xaniyên delal ên Amedê de ev 2 sal in nearamiyeke mezin heye. Wisa lê hatiye ku ev nearamî li dadgehan bûne doz.

Li gorî amarên parêzerên ku tevlî dozên xwediyê xaniyan û kirêciyan dibin, tenê li Amedê di nava 2 salên dawiyê de ji ber ku nikarin kirêya xaniyên xwe bidin 2 hezar dozên valakirina xaniyan li kirêciyan hatine vekirin. Dozên ku xwediyên xaniyan vekirine li gorî par 3 qat zêde bûne.

Parêzer Ehmed Olam anî ziman, “Di hundirê sê mehan de xaniyên 200 milyarî bûne 2 trîlyon. Wextê bû 2 trîlyon, xwediyê xaniyan jî dibêjin ji dêvla ku ez bi 2 trîlyonan hezar lîre qezenc bikim, ez herim bifiroşim û bixim bankayê, 20 qatê wê pere tê. Diçe dibêje yan tu dê wê milyarê bikî 4 milyar an jî derkeve û here.”

Navendên şêwirmendiya kirîn û firotina xaniyan jî li hemberî van dozan heyirî mane. Li gorî ku ew dibêjin cara yekemîn e ku ew rastê evqas dozan tên. Sedema vê yekê jî helbet giranî û qeyrana aboriyê ye.

Şêwirmendê Emlakê Enes Akdemîr got, “Em hêvî dikin pirsgirêkên mezin çênebin. Xwediyên xanî û kirêcî êrîşên hev nekin û tiştên nexweş çênebin li herêma me. Yan jî li cihên din.”

Li gorî agahiyên ku parêzer didin bajarên Wan, Riha, Mêrdîn, Erzerom, Dîlok jî tê de li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê hejmara dozên ku xwediyên xaniyan li kirêciyan vekirine ji 10 hezaran zêdetir in. Heger mirov her maleke bi 4 kesan hesab bike hejmara zirarmendên van dozan digihije 100 hezar kesî.