Li Heseke ne av û ne jî elektirîk heye

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ev çend roj in, ne elektirîk û ne jî ava vexwarinê heye.

Ev çend roj in, bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bê elektrîk e, û xelkê wî bajarî şeva xwe di tariyê de derbas dikin.

Li bajarê Heseke 3 burcên mezin ên elektirîkê têk çûn ku bi riya hersê burcan elektirîka piraniya navçeyê dihate peydakirin.

Xelkê herêmê dibêjin, ne tenê elektirîka niştîmanî di heman demêde jeneratorên elektirîkê jî, kar nakin.

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Xetîb dibêje: “Her 2-3 rojan carekê elektirîk bi temamî qut dibe, dibêjin burcên elektirîkê ketine. Em niha bê elektirîk in û zarokên me di tariyê de dixwînin.”

Wealtî Seîd Yûsif jî got ku ev çend roj in elektirîka wan nîne û herwiha jenerator nikare cihê elektirîka giştî bigire.

Tîmêm Rêveberiya Elektirîka Hesekê ya girêdayî Rêveberiya Xweser, xwe gihandine hersê burcên têkçûyî û ew çak kirin.

Rêvebirê Elektrîka Hesekê Ekrem Silêman ji Rûdawê re ragihand, ku bi rêya hersê burcan ji sedî 70ê elektirîka herêma Cizîrê dihate peydakirin, lewma piştî çakirina hersê burcan, di demek nêzîk de elektirîk dê bigihêje bajarê Hesekê.

Ji ber qutbûna elektirîkê, ava Wêstgeha Elok jî kar nake, ji ber ku pompeyên wê yên mezin bi rêya elektirîkê kar dikin.

Piştî çakkirina hersê burcan, biryar e elektirîk bigihêje wêstegeha Elok û careke din piştî çend rojan av bigihêje wî bajarî, ku niha ew di krîza nebûna avê de ye û pêwîstiya welatiyan bi çareserkirina wê kêşeyê heye.