Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê: Tirkiye bi zanebûn kuştin û talankirinê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, îro li bajarê Qamişlo rêxistinên mafên mirovan xwepêşandanek li ber avahiya Netewên Yekgirtî lidar xistin û daxwaz kirin ku binpêkirinên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê bidawî werin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li pêşiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya koçberan a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek da û daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ve hat xwendin.
Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got, Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar, bi zanebûn proseya kuştin, talankirin û wêrankirina Serê Kaniyê û Girê Sipî encam didin, armanc jî ew bû ku xelkên resen yên wî bajarî koçber bibin.
Evîn Cuma wiha axivî: “Rewşa mafê mirov gelek têk diçe, û bi taybet ew binpêkirinên ku li ser destê Artêşa Tirkî û grûpên Sûrî yên ser wê, ku li Bakurê Sûriyê encam didin.Em dikarin navê cenosayd û tawanên şer lê bikin, ew tiştê ku me li Serê Kaniyê û Girê Sipî dîtiye dema ku artêşa Tirkî û grûpên Sûrî yên ser wê wan herdû bajaran kontirol kirine.
Artêşa Tirk û grûpên ser bi wê ve bi zanebûn proseyeke kuştin, talankirin û wêrankirina hejmarek mezin ji xanî, dukan û zeviyan kirine, herwiha talankirina dahatên bazaran û zeviyan, ku hemû bûne sedema koçberbûna bi sed hezaran kes ji deverên xwe.”