Fehmî Burhan: Di 7 salan de zêdetirî 600 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan diyar kir ku di 7 salên dawî de 600 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Fehmî Burhan diyar kir ku metirsiyên serjimêriyê li ser Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê hene.

Li gorî zanyariyên Fehmî Burhan 600 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin û 62 hezar malbatên Kurdên Êzidî jî li derveyî Şingalê ne.

Fehmî Burhan li Kerkûkê di konferansa rojnemegeriyê de axivî û wiha got:

“Xêra wê serjimêriyê ji bo herêmên me nîne. Bi dirêjahiya dîrokê desthilata Ereb, Kurd ji wan herêman derxistine û zexta wan a Erebkirinê û derxistina Kurdan hebûye.”

Beriya hilbijartinê û beriya Rêbiwar Teha bibe parêzgarê Kerkûkê, Rakan Cibûrî 7 salan bi wekaletî parêzgariya Kerkûkê kir.

Li gorî gotina Fehmî Burhan ti kesî çavdêriya desthilata Rakan Cibûrî nekiriye û di wan 7 salan de Rakan Cibûrî nakokî û bê bawerî di nava pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmen de durist kiriye.

Fehmî Burhan amaje bi wê yekê jî kir ku di wan 7 salên destilata xwe de Rakan Cibûrî 600 hezar Erebên hawirde anîne Kerkûkê û ji wan re 9 taxên nû çêkirine.

Serokê komîsyonê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku baweriya wî bi çanda bi hev re jiyanê ya pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen heye.

“Cografyaya me ji destê me diçe”

Burhan tekez kir ku ew ne li dijî pêkhateya Ereb e û wiha got:

“Divê em bi hev re bijîn, em ne li dijî pêkhateya Ereb in lê em dibînin ku cografyaya me roj bi roj tê biçûkkirin.

Ez ne bi wê yekê re bûm ku sejimêrî li Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bên kirin.

Min ew tiştên ku pêwîst bûn di civîna encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê de gotin.

Ez agahdarî wê yekê me ku pêvajoya Erebkirinê heye û min raporên xwe pêşkêşkirin.”

Biryar e, 20ê Çiriya Paşîn serjimêrî li Îraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Li ser pêvajoya serjimêriyê çend têbîniyên Herêma Kurdistanê hebûn.

“Kurd li Xaneqîn, Mendelî, Sediye û Celewlayê nemane”

Fehmî Burhan behsa Kurdên Êzidî yên ku aniha ne li Şingalê jî kir û wiha got:

''Niha 62 hezar malbatên Êzidî û Şingalî li derveyî Şingalê dijîn û ne li ser mal û milkên xwe ne.

Şêniyên Xaneqîn, Mendelî, Sediye û Celewlayê ji sedî 100 Kurd bûn.

Niha Kurd di wan bajaran de nemane û nayên dîtin.

Heta niha kerta niştimanî ya ji sedî 70yê xelkê Îraqê heye.

Divê hemû kes wê kartê bistîne û piştre serjimêrî were kirin.

Divê Kurd li gorî destûrê hareket bikin û Pirsa Kerkûkê îro çareser bikin ji 5 salên din baştir e.”

“Divê hejmara malbatên Kurd were zêdekirin”

Serokê komîsyonê amaje bi rewşa Kurdên Kerkûkê jî kir wiha berdewam kir:

“Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya malbatên Kurd bike da ku zêdetir zarokên wan hebe.

Divê her malbateke Kurd a li Kerkûk û Xaneqînê zêdetir 5 zarokên wan hebe û em wan dînin ser serên xwe.

Niha şêwaza xebatê guheriye û çekdarî nîne, xebat belkî êdî bûye hejmara demografiyê, cografyaya me girêdayî hejmara şêniyên wê ye û divê hejmara malbatên me bên zêdekirin.”