Çileya Celal Talebanî li dûrê gotar û mijarên siyasî birêve diçe

Silêmanî (Rûdaw) – Amadekariyên çileya Celal Tabelabî bidawî bûne. Lê bîranîneke dûrê gotar û mijarên siyasî hatiye birêxistinkirin. Hemwelatî dikarin ji 08.00ê sibê heta 20.00ê şev dikarin herin ser gora Mam Celal, qewzegul daynin ser gorê û dua bixwînin.


Îro çiyela serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî ye. Ji bo vê armancê li Silêmaniyê hemû amadekarî hatine kirin.

 

Berpirsê Lîwaya Sekreteriya Celal Talebanî Mehmûd Bêserî ji Rûdawê re ragihand: “Rewş aloz e û xelk jî westiyaye. Lewma me xwest xelk bi daxwaza xwe werin ser tirba Mam Celal. Piştî merasîmê jî kî bixwaza dikare serdana gora wî bike.”

 

Îro demjimêr 15.55 xulekan dê kesên amadebûyî xulekekê bê deng ji bo bîranîna Mam Celal bisekinin. Roja 3ê Cotmeha 2017ê, demjimêr 15.55 xulekan, dilê Mam Celal li nexweşxaneyekî Almanyayê sekinîbû.

 

Termê Celal Talebanî roja 06-10-2017ê ji Almanyayê ve ji bo Silêmaniyê hate veguhestin û paşî li Debaşanê li nêzîkî mala wî hate bixakspartin.

 

Jiyannameya Mam Celal

 

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li bintarê Çiyayê Kosret ji dayik bûye.

 

Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.

 

Di destpêka Şoreşa Kurdistanê de, di sala 1961 de ku paşê weke Şoreşa Îlonê hat naskirin, roleke sereke dîtiye.

 

Di salên paşê de rojnamevan û siyasetmedar û pêşmerge bûye, herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.

 

Di nîveya duyem a salên 60î ya sedsala bihorî de nakokî li gel serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hebûye û ewên ku li gel wî hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.

 

Piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1971, Mam Celal bo nûneratîkirina Şoreşa Kurdistanê bo heyamekê çûye Beyrûtê.

 

Sala 1975 li gel çend hevalên xwe yên li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand û bû sekreterê giştî yê vê partiyê.

 

Bi dirêjiya salên dawiyê yên dehsalên 70 û 80 yên sedsala bihorî roleke serke di şoreşa Kurdistanê de dîtiye.

 

Di nîveya yekem a salên 80î de di çarçoveya danûstandina li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê de, hevdîtin bi serokomarê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên re kiriye, lê belê danûstandin bê encam bûn.

 

Sala 1986 li gel Idrîs Barzanî roleke sereke di damezrandina Eniya Kurdistanî de hebûye û li bajarê Tehranê rêkevtinek bo vê mebestê îmza kiriye.

 

Piştî Raperîna sala 1991 a Başûrê Kurdistanê, careke din di çarçoveya şanda Eniya Kurdistanî de diçe Bexdayê û hevdîtinê bi Sedam Hisên re dike û wê carê jî danûstandinên Kurd li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê bê encam dibin.

 

YNKê bi dirêjahiya damezrandina xwe 3 caran kongreya xwe encam daye û di her sê kongreyan de jî weke Sekreterê Giştî yê YNKê hatiye hilbijartin.

 

Di yekemîn hilbijartina Herêma Kurdistanê de ku sala 1992 birêve çû, bo rêberîtiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû kandîd.

 

Di nîveya duyem a salên 90î yên sedsala bihorî de li rêveberiya Silêmaniyê bû Serokê Herêma Kurdistanê.

 

Sala 1998 li gel serokê niha yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  bi nevbeynkariya Amerîkayê rêkevtinnameya Waşingtonê îmza kir û bi wê rêkevtinê dawî bi şerê birakujî hat, ku 4 sal bû di navbera YNKê û PDKê şerekî dijwar hebû.

 

Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003 de, Endamê Civata Desthilatdariya Iraqê bû û bo gerekê jî bû serokê wê civatê. Herwiha di dariştin û nivîsandina Desûta Iraqê de roleke sereke dît.

 

Roja 6ê Nîsana 2006ê bo yekemîn car di dîroka Iraqê de kurdek bû Serokomarê Iraqê, ku ew jî Mam Celal Talebanî bû.

 

Roja 22ê Nîsana 2006ê careke din bo gereke din bû Serokomarê Iraqê.

 

Ji ber ku posta Serokomarê Iraqê li ser bingeha lihevkirinê bo Kurdistanê bû, sala 2010ê jî cardin Mam Celal bû Serokomarê Iraqê.

 

Roja 18-12-2012 Mam Celal li bexdayê tûşî celteya (krîza) mejî bû û piştî 2 roj mana li nexweşxaneyeke Bexdayê bo Almanyayê hat şandin.

 

Talebanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed keça Îbrahîm Ehmed jiyana hevbeş pêk aniye û du kurê wan bi navê Qubad û Pavil hene.